کلیدواژهها
|
Zimanî Kurdî, îdeolojî, dezgay serkutî dewɫet, dezgayên îdeolojîkî dewɫet, sûje, pêvajoy besûjebûn, Bakûr û Rojheɫatî Kurdistan, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Gaboȓ.
|
چکیده
|
Twêjînewey berdest, be zorî, perjawete ser pirsî ziman le Bakûr û Rojheɫatî Kurdistan û bandorî îdeolojî le ser pêvajoy besûjebûnî takî Kurd le rûberûbûnewe legel ew pirse da. Bem pêye, romanekanî Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî nûsînî Şener Ozmen û Gaboȓ berhemî Seyid Qadir Hîdayetî be gwêrey çemkgelî ‘îdeolojî’, ‘dezgayên serkut û îdeolojîkî dewɫet’ û ‘sûje’ le teorîy Louis Althusser, xwêndirawnetewe. Lêkoɫîneweke pîşan dedat, hawkat legeɫ serkutî fîzîkî, le rêgey dezga îdeolojîkekanewe, pêvajoy perawêzxistinî zimanî Kurdî pêş xirawe. Çiwar dezgay çalakî hawdestî dewɫet lem pêvajoye da, be pêy teorîyekey Althusser, maɫbat, xwêndinge û dezgayên ayînî û mîdiyayî n, ke twanîwyane le çêkirdinî sûjey milkeç da serkewin. Em sûjegele, hawkat legeɫ kirdey îdeolojîk, le rêy bekarhênanî serkutewe, zortirîn astengiyan bo sûje serbizêwekan çê kirdûwe. Serlehengên her dû roman, wek sê sûjey zimanparêzî gemarodirawî, xo deparêzin û milkeçî îdeolojîy zaɫ nabin. Boye, dekewine ber heȓiş û yekyan be destî sûjeyekî xapênrawî dezgay ayînî dête kuştin û ewanî dîkeş, rêy heɫatin degrine ber. Sûje gwêrayelekan le her dû deqeke da, le jêr karîgerîy her dû cor dezgay serkut û îdeolojîk da heɫsazrawin, beɫam le deqe Soranîyeke da, serkut zaɫtir e. Le deqe Kurmancîyeke da, dezgayên îdeolojîk baɫadest in û tiwanîwyane sûjey destajoy zimanî be serkewtûyî çê biken; be corê ke, sûjekan bo xoyan, ‘azadane’ rewşî dasepaw berhem dehêninewe. Ke wa bû, be serincdan be hêzî şarawey îdeolojî û tundtirbûnî serkutî zimanî le Bakûr, deseɫatî ewê serkewtûwanetir amancekanî pêkawe. Le Gaboȓ da, egerçî heɫwêstî sûje gwêȓayeɫekan le beramber pirtûkî Kurdî da ta radeyek be heman şêwe ye, beɫam ewan ziyatir le ber tirsyan le dezgay serkut, dijayetîy zimanî xoyan deken û îdeolojî neytiwanîwe be tewawetî mêşkyan dagîr bikat. Be giştî, keşî zaɫî Gaboȓ, serkut û hîwa û serheɫdan û keşî zaɫî Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, îdeolojî û nahumêdî û doȓan e. Sereȓay emane, peşîmanîy bikujî romanî berbas, le kuştinî serlehengî mamostay û famkirdinî rastîy riwangekanî û milnedanî serlehengên Gaboȓ û serheɫdanyan le pênaw ziman, pîşanderî berdewamîy berengarî n.
|